Önder Beyter
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Li Sîlopiya navçeya Şirnexê terorîstê ku ji ber 8 sûcan lê digeriyan, teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, H.Byê hat tesbîtkirin ku li navçeya Sîlopiyê di êrîşên sala 2015-2016an ên kolandina çalan û avêtina barîqatan da li ser navê rêxistina terorê PKK/KCKyê di asta berpirsiyar da fealiyet meşandine, bi awayê qaçax derbasî herêma Dêrikê ya Sûriyeyê bûye û di nava YPGya pêkhateya li Sûriyeyê da fealiyetên biçek meşandine, ji rêxistinê revî.
Hat tesbîtkirin ku ji 8 sûcên cuda qeyda terorîstê ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê teslîmî hêzên ewlekariyê bû, heye.
Li ewlekariyê miemeleyên terorîst H.Byê ku hat binçavkirin, dewam dikin.