25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Beytşebaba navçeya Şirnexê di operasyonê da 6 terorîst berteref kiribûn û di operasyonê da M-4 a tivinga piyadeyan girtibûn. TSKê dîmenên M-4 a tivinga piyadeyan pare vekir.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku li Beytulşebaba navçeya Şirnexê di operasyonê da 6 terorîst hatine berterefkirin.
Di daxuyaniya îro da jî bi taybetî bal kişandin ser tivinga piyadeyan a tîpa M-4ê ku di operasyonê da hatibû desteserkirin. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev çek ji dervayî welêt hatiye û bi taybetî hêzên taybet van çekan bi kar tînin.
Li gor daxuyaniyê di operasyonê da M-4a tivinga piyadeyan, dragunoveke tivinga nîşangiran, 4 keleşkof, 400 fişeng,15 teqemeniyên ku bi destan hatina çêkirin, 11 bombeyên destan, dûrbîneke şevê û 4 bêtêl hatin girtin.
Wek mayîn di operasyona ku li Gurpinara navçeya Wanê dewam dike da di 4 sitargehan da 500 qiram amonyum nîtrat û amûrên muxtelîf hatin dîtin.
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di teqîbata hêzên ewlekariyê da di sitargehekê da 2 keleşkof, 155 fîşengên keleşkofan, 2 bombeyên destan hatin girtin.