Haydar Şahin
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ANTALYA
Şirşirnega Dudenê ya ku di nav xweşikahiyên siruştî yên dinyayê da tê jimartin û her sal bi hezaran tûrîst ziyaret dikin payîzê rengrengî ye û dîmenên xweşik derdixe holê.
Tûrîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî şirşirnega ku 10 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e û ava xwe ji Santrala Hîdroelektrîkê ya Kepezê hildide didin.
Kesên ku dixwazin ji stresa rojê xilas bibin, derkevin seyranê, li tebîetê dema xwe derbas bikin Şirşirnega Dudenê tercih dikin û tên ziyareta vê derê, di nav dîmenên xweşik da dimeşin û wêneya dikişînin.
Şirşirnega Dudenê payîzê rengrengî dibe û li vê derê fîlm û rêzefîlman dikişînin. Xêncî çêkerên fîlman ên ji Tirkiyeyê çêker û derhênerên ji Pakistanê û welatên din jî tên li vê derê fîlman dikişînin û dîmenên şirşirnegê hildidin.
Tûrîstên ji Rûsya, Ukrayna, Îran, Bakurê Iraqê, Çîn, Azerbeycan, Japonya, Qirxizistan û welatên din eleqeyeke mezin nîşanî şirşirnega Dudenê, şikeftên li herêmê û tebîeta wê derê didin.
Bûk û zava jî tên li van deran wêneyên daweta xwe dikişînin û wê derê wek studyo bi kar tînin.