Türkan Tosun
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
NEW YORK
Hat ragihandin serveta giştî ya milyoner û milyarderên li giştiyê dinyayê par 70 trîlyon dolarî derbastir bû.
Li gor Rapora Serveta Dinyayê ya 2018an a ku ji hêla Şîrketa Capgemîniyê ya ku navenda wê li Fransayê ye, li dinyayê serveta giştî ya dewlemendan bi giştî 70 trîlyon dolarî derbastir bû.
Di raporê de hat gotin cara ewil di sala 2017an de serveta giştî ya milyoner û milyarderan 70 trîlyon dolarî derbastir bû, li gor sala 2016an ev rêje ji sedî 10,6 zêde bû.
Hat destnîşankirin li Amerîka, Japonya, Almanya û Çînê par rêjeya kesên ku serveta wan milyon dolarek bû ji sedî 61,2 bû, rêjeya kesên ku nû bûne milyoner jî ji sedî 60,2 e.
Hat gotin tê texmînkirin serveta giştî ya milyoner û milyarderan di sala 2025an de wê bigîhîje 106 trîlyon dolarî.