Dinya, Koronavîrus

Li Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê 45 milyon kes ji karê xwe bûn

Di pêvajoya şewbê da milyarderan jî 584 milyar dolar qezenc kirin

Önder Beyter  | 29.06.2020 - Rojanekırın : 29.06.2020
Li Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê 45 milyon kes ji karê xwe bûn

Washington DC

Derket holê ku li Amerîkayê ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 45 milyon însan bêkar man û milyarderan jî 584 milyar dolar qezenc kirin.

Hat destnîşankirin, li Amerîkaya ew welat e ku tesîra herî xedar a Kovîd-19ê li vê derê xwe nîşan da, xelk ji ber şewbê duçarî zehmetiyên aborî dibe, lêbelê kesên dewlemend di vê pêvajoyê da dewlemendiya xwe zêdetir kirin.

Li gorî amarên fermî li welêt, ji destpêka şewbê vir va 45 milyon kesî serîlêdana "bêkariyê" kir.

Ji aliyekî din va li gorî daneyên ku Enstîtuya Xebatên Polîtîk a li Washington DCyê spart amarên Forbesê û weşand, di 18ê adarê-17ê hezîranê da 614 milyarderên Amerîkan bi tevahî 584 milyar dolar qezenc kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın