Elif Orhan
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê Deniz Baykalê Parlementerê Antalyayê û Serokê Giştî yê CHPê yê berê ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan saet dora 22.00ê de çû ziyaretê û di ziyaretê de Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman jî amade bû.
Serokomar Erdogan û Serokê TBMMê Kahraman bi hev re hatin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhanê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê. Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demircan, Rektor Prof. Dr. Cevdet Erdol, Prof. Dr. Asli Ataman Baykal û rayedarên nexweşxaneyê pêşwaziya Erdogan û Kahraman kirin.
Ziyareta Erdogan û Kahraman a ji bo Baykalê ku tê dermankirin qasî nîv saetê dewam kir.
Prof. Dr. Ataman piştî ziyareta Baykal Serokomar Erdogan heta ber derî oxir kir û ji ber hesasiyeta wî û eleqeya ku nîşanê dermankirina bavê wê da spasiya Erdogan kir.