30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heger ji dervayî herêma ewle êrîş çêbin em ê bi tundî bersivê bidin û hewce bike em ê qada xwe ya herêma ewle berfireh bikin."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiye Herbeke Îstiqlalê ya nû dide û got ku şikir gav bi gav ber bi serkeftinê va jî dimeşe û wiha dewam kir: "Me bersiva yên xwestin Tirkiyeyê bikin mîna Sûriye, Iraq û Libyayê da. Em ketin şikeftên wan û çiyayên ku jê bawer dikirin bi serê wan da anîn xwarê."
Erdogan diyar kir ji destpêka Herekata Kaniya Aştiyê heta niha li dervayî welêt, bi taybetî jî li Ewropayê bi destê endamên rêxistina terorê dijî welatê wan qederê 700 çalakî hatine kirin û wiha axivî: "Piraniya wan di NATOyê da bi me ra ne yan jî di nav Yekîtiya Ewropayê da ku em di mizakereyê da ne mixatabên me ne. Dîsa jî hemû çalakî li welatên wan û di bin çavdêriya polêsên wan da çêdibin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir kesên destûrê nadin gotin û helwesteke erênî yên der heqê Tirkiyeyê da hebin li welatên xwe dihêlin li kuçeyan sembolên PKKya wek rêxistina terorê qebûl kirine bên gerandin û bi her awayî rê li ber vedikin.
Erdogan diyar kir li herêma Herekata Kaniya Aştiyê li qadeke 4 hezar û 219 kîlomêtroqere 558 cî û war hatine paqijkirin û ji 900î zêdetir terorîst hatine berterefkirin.
Erdogan got ku heger ji dervayî herêma ewle êrîş çêbin em ê bi tundî bersivê bidin û hewce bike em ê qada xwe ya herêma ewle berfireh bikin û wiha peyivî: "Dema ku em bibînin mensûbên rêxistina terorê dernexistibin dervayî qada 30 kîlometreqereyî ji kê derê dibe bila be dema êrîş dewam bikin em dev ji wî heqê xwe yê herekatê bernadin û ew heqê me li cihê xwe ye. Ji têkoşînên wiha ra bêhneke berfireh lazim dike. Hin caran ji me dipirsin 'terorîstên li dervayî qada 30 kîlometreyî ne wê çawa bin?' Çi bi yên din bibe heman tişt wê bi wan jî bibe. Heta terorîstê dawîn wê bên berterefkirin. Dema hewce bike li ser maseyê û dema hewce bike jî li qadê em ê gavên ku lîstikê biguherîne biavêjin û meşa xwe ya ber bi hedefa xwe bidomînin."
Serokomar Erdogan der barê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da wiha got: "Ji wan ra dibêjin 'terorîst', Amerîka. Ew xwediyê vê axê ne û axa xwe diparêzin. Hûn çawa ji wan ra dibêjin terorîst?"
Erdogan di xeberdana xwe da wiha peyivî: "Ez li vê derê careke din di serî da Ewropa bangî welatên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê dikim: Hûn xeletiyê dikin. Ew rêxistinên terorê yên mîna mar bi jehr in ku hûn xwedî dikin sibê roj wê vegerin û bi we vedin, vê yekê wiha bizanibin. Niha jî ji bo ku hûn wan terorîstên welatiyên we ne hilnedin xwe dibin û tînin em bi vê dizanin. Di DEAŞê da terorîstên we hene. Em ji we ra dibêjin 'Hadê hildin' hûn direvin û xwe didin alî, hilnadin. Ev terorîst di destê we da gihîştin hûn çima hilnadin?"
Erdogan diyar kir dewleteke ku di dîroka wê da komkujî, koletî û mêtinkarî heye heqê wê tuneye der heqê Tirkiyeyê da biaxive û dersê bide û wiha got: "Ev li cem mexdûr û mezlûman nînin û niyeta wan tuneye gavekî wiha biavêjin. Ev tenê ji kuştin û firotina çekan fehm dikin. Wexta qala neftê dibe hema baz didin û jê namînin. Lewra ji bona wan dilopeke neftê beramberî xwîna bi hezaran însanan e û di nav sîstemeke wiha da ne."
Serokomar Erdogan der barê biryarên Meclisa Nûneran ya Amerîkayê yên dijî Tirkiyeyê da wiha axivî: "Ew pêşnûmaya ku li Meclisa Nûneran bi hinceta Herekata Kaniya Aştiyê va bi îdiayên bêbingeh dixwaze li hemberî şexsê min, malbata min û wezîrên min sepandina mueyîdeyan bê kirin. Em vê pêşnûmaya bêbingeh ku spartine wan îdiayên FETOyê bi salan dibir û dianî va amade kirine red dikin. Gelo Amerîka bi qasî ku bibe mehkûmê ber destê FETOyê ketiye?"
Erdogan piştî civînê li ser pirsa der barê ziyareta xwe ya ji bona Amerîkayê ya di 13ê Mijdarê da ku wê çêbe yan na got ku niha min hê biryara xwe nedaye, eşkere nîne.