01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îşev li ser telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin hat ragihandin ku her du serok di axaftinê de digel têkiliyên dualî di serî de drama mirovahiyê ya li Helebê li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê sekinîn.
Hat diyarkirin ku Erdogan û Pûtîn di axaftinê de li ser mijarên li Helebê rawestandina pevçûnan û lezdayîna hewldanên ji bo pêkanîna gihandina arîkariyên mirovahiyê de li hev kirin.
Di axaftinê de girîngiya normalîzebûna têkiliyên di navbera Tirkiye-Rûsyayê de hat destnîşankirin û digel ziyareta Antalyayê ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a ji bo ku beşdarî civîna Koma Plankirina Stratejîk a Hevpar a Rûs-Tirkan li ser ziyareta Serokwezîr Bînalî Yildirim a di 6ê kanûna paşîn de ya li Moskowayê jî sekinîn.