30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANKARA
Li herêma Qendîlê di herekata asîmanî ya ku di 27ê sermawezê de hat kirin de 45 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn di 27ê sermaweza ku salvegera damezrîna rêxistina terorê ya cihêxwaz e balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyeyê herekata asîmanî bir ser herêma Qendîlê ya li bakurê Iraqê.
Piştî keşif û lêkolînên ku duh der heqê hereketa asîmanî hatin kirin de hat tespîtkirin ku 29 jê kuştî û 16 jê birîndar 45 terorîst hatine berterefkirin.
Di malpera Serokatiya Sererkaniyê de jî cî dan fealiyetên rojane yên duh ên TSKyê.
Li gor wê di operasyona li Şirnexê ya ku ji asîmanan piştgirî danê de cesedên 7 terorîstên mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker û tifinga nîşangiran a Zagrosê, 80 fişengên vê tifingê, tifinfeke bi makîne ya biksî, tifingeke peyadeyan a M16an, 6 keleş, cebilxaneyên çekan, 16 bombeyên destan, bêtêla wesayîtan, berçavka şevê, panêla tavê û gelek melzemeyên jiyanê hatin dîtin.
Di lêgerîna eraziyê ya ku li Sariqamîşa navçeya Qersê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kirin de di du baregehên cuda de du tup, topek naylona serayê û gelek melzemeyên xurekê hatin dîtin.