02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
NAÎROBÎ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet "TÛR"ê hat Kenyayê.
Li Balafirgeha Navneteweyî Jomo Kenyattaya Naîrobiyê Şefê Protokolê yê Kenyayê Serbalyoz Tabû Irîna û Serbalyozê Naîrobiyê yê Tirkiyeyê Denîz Eke, Wezîra Karên Derva û Bazirganiya Navnetewî Amîna Mohamed, Mîhmandarê Şerefê Senator Kîmanî Wamatangî, Waliyê Naîrobiyê û rayedarên din Serokomar Erdogan pêşwazî kir.
Serokomar Erdogan digel xanima xwe Emîne Erdoganê, Alîkarê Serokwezîr Veysel Kaynak, Wezîrê Karên Navxweyî Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî hat Naîrobiyê.