Ferizat Kaya
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Heta Misilman hebin û heta ku kesên heq, edalet û azadiyê diparêzin hebin înşellah wê Filistîn jî hebe."
"Bi taybetî Filistîna welatê xêr, aştî û medeniyetê û Qudsa Şerîf ku roniya çavên Filistîn û hemû alema Îslamê silav dikim. Ez ji vir silavên xwe ji keç û ewladên ciwan yên Filistînê ra dişînim ku ji bona parastin û mihafezekirina Qudsê canê xwe feda dikin û silavên xwe ji penaberên ji Filîstînê ra dişînim ku 70 sal in bi hesreta welêt hêsirê çavan dibarînin."
"Li ser vê axa ku sînorên wê bi xwînê hatine xêzkirin divê em di nav dilê xwe de sînorên nû xêz nekin û dîwarên nû lê nekin."
"Îro heke li Yêmenê bi milyonan birçî û şerpeze hebin divê berpirsyarê vê li cihekî din neyê gerîn. Berpirsyar kî ye? Dîsa em in, yanî Misilman, yanî qaşo Misilman."
"Sedema hemû xwîn û xiravê û vê qeyrana ku em tê da ne û ji Sûriyeyê bigir heta Yêmenê, ji wir bigir heta Filistîn û hemû herêmê diqewime ew dîzayna ku bi Şerê Mezin hatiye kirin e."
"Divê em êdî nekevin dafika kesên ku bi hişmendiya dilopeke neftê ji dilopeke xwînê qîmettir e tevdigerin."
"Divê êdî pergala Neteweyên Yekbûyî bê guherandin."