Cemal Kaşikçi

Di lêpirsîna Kaşikçi da xebatkarên konsolosxaneyê îfade dan

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der heqê kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi da îfadeya hin xebatkarên Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê tê hildan

Önder Beyter  | 22.10.2018 - Rojanekırın : 23.10.2018
Di lêpirsîna Kaşikçi da xebatkarên konsolosxaneyê îfade dan

Istanbul

ÎSTANBUL 

Di çarçoveya lêpirsîna kuştina nivîskarê Washington Postê û rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê hat kuştin da îfadeya hin xebatkarên konsolosxaneyê tê hildan.

Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der heqê Cemal Kaşikçi ku di 2yê cotmehê da çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û jê derneketibû da dewam dike.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya lêpirsînê da 22 xebatkarên Tirk û yên biyanî werin Qesra Edaletê ya Stenbolê li Çaglayanê û wekî "şahid" îfade dan.

Hefteya çûyî roja înê 23 xebatkaran wekî şahid îfade dabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.