Cemal Kaşikçi

Li Amerîkayê daxwaza ji bo bi fermî şermezarkirina Mihemed bîn Selman

Li Amerîkayê Senatorê Komarparêz Bob Corker diyar kir, ji bo biryareke ku Mîrzayê Welîehd Mihemed bîn Selman wek berpirsê cinayeta Kaşikçi were dîtin û bang lê were kirin ku polîtîkayên xwe yên êrîşkar bi dawî bike, ew ê dengdayîna Senatoyê bixwaze

İbrahim Atmaca  | 12.12.2018 - Rojanekırın : 12.12.2018
Li Amerîkayê daxwaza ji bo bi fermî şermezarkirina Mihemed bîn Selman

Ankara

ANKARA 

Li Amerîkayê Senatorê Komarparêz Bob Corker diyar kir, ji bo biryareke ku Mîrzayê Welîehd Mihemed bîn Selman wek berpirsê cinayeta Kaşikçi were dîtin û bang lê were kirin ku polîtîkayên xwe yên êrîşkar biqedîne, ew ê dengdayîna Senatoyê bixwaze.

Li gor nûçeya rojnameya Washington Postê senator wê biceribînin ku ji ber kuştina rojnamegerê Siûdî der heqê Mîrzayê Welîehd Mihemed bîn Selman da şermezarkirineke fermî derxin.

Li gor nûçeyê Senatorê Komarparêz Bob Corker diyar kir, ew ê roja sêşemê ji bo biryareke ku Mîrzayê Welîehd ji ber kuştina Kaşikçi berpirsyar were dîtin, seba ku Erebistana Siûdî polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên wek operasyona Yêmenê, ablûqeya Qeterê û girtina aktivîstên mafên mirovan li Kendava Besrayê biqedîne, ew ê dengdayîna Senatoyê bixwaze.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.