10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan ji bo hin ziyaretên fermî bi "TUR"a balafira taybet va di saet 10.30an de çû Rûsyayê.
Ji bilî Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Bergiriyê Fikrî Işik, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî çûn Rusyayê.
Serokomar Erdogan wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn re hevdîtinekê bike û evarê jî wê beşdarî şîvê bibe.