Önder Beyter
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
RÎZE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya Yekîtiya Weşangerên Anadoluyê ya ku li ser şaşeya 24 TV-360ê bi awayekî zindî hat weşandin, bû û bersiv da pirsan.
Piştî xebera deqîqeya dawîn, Erdogan li ser pêşnumaya parastina sivîlên Filistînî ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat qebûlkirin nêrîna xwe wiha anî ziman, "Pêşnumaya der heqê parastina sivîlên Filistînî da ya ku Amerîkayê li Konseya Ewlekariyê veto kir, li Lijneya Giştî ya NYyê bi 120 dengan va hat qebûlkirin. 8 red û 45 jî bêalî. Amerîka dîsa têk çû."
Serokomar Erdogan got, "Em tên asta çêkirina motora xwe ya xwemalî. Ji dema ku em vê çêkin pê ve ev kar dê ber bi kademeyên gelekî pêşketîtir ve biçe. Îsraîlê 10 heb drone dane me. Pişt re 2 ji wan xira bûn, 8 jê niha nêvî dixebitin. Di rewşeke wiha de. Amerîkayê jî got ku 'kongre destûrê nade' û drone nedan me. Em niha hilberîna xwe bi xwe dikin, em êdî hatine asta mazûvanê malê."
Erdogan herwiha got, "Niha S-300ên Yewnanistanê hene. Niha dema ku S-300ê wan hene de tu jê re tiştekî wiha nabêjî. Li aliyê din dervayî NATOyê heman awayî li Sûriyeyê ev hene, tu ti tiştê nabêjî. Dema dor tê Tirkiyeyê wisa dikevin polîtîkayeke asêbûnê, ne mimkun e fêmkirina vê."
"Karê me yê ewil dê rakirina OHALê be"
Serokomar Erdogan der barê rewşa derasayî de got, "Piştî 24ê hezîranê heke ez di vê peywirê de berdewam bikim karê me yê ewil dê rakirina OHALê be."
Erdogan got, "Tu aliyekî biçûk ê OHALê yê nîne ku di kampanyayan de reng vede. Bila mînakekê bidin, OHALê li ku, kîjan kampanya asteng kir? Jixwe carekê ev OHAL OHALa dema ku em hatin ser peywirê nîne. Ev OHAL bereksê wê tevdîreke ewlehiyê ye ku niha herêmên bin xetereya terorê de ji vê xetereyê xilas dike."
"Ji wan wetrê ku aborî pereyên di berîkê de ne"
Serokomar Erdogan rexne li mixalefetê girt û got, "Ev mêrik ji aboriyê fêm nakin. Ji wan wetrê ku aborî pereyên di berîkê de ne. Nexêr ne tenê pereyên di berîkê de ne."
Erdogan got, "Heke li Tirkiyeyê aborî di rewşeke dijwar de be fîrmayên berpirsyar dê van krediyan, reqaman ji ku bibînin?"
Serokomar Erdogan bal kişand ser yên ku bi aboriya Tirkiyeyê dileyizin û got, "Înşalah piştî 24ê hezîranê em ê ji bo Moody'sê operasyonê bikin."