Haydar Şahin
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
ANKARA
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) ya ku di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin va di bin banê Wezareta Dadê da Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan hat avakirin.
Li gor BHQya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan ew ê bi Wezareta Karên Derva ra hevkariyê bike û serîlêdanên li dijî Tirkiyeyê yên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê teqîb bike.
Seroktiya dîreyê ew ê bikaribe der barê van serîlêdanan da ji hemû sazî û dezgehan agahî, dane û nêrînan bixwaze, parastinan amade bike û çaxê hewce bike jî nûneran bişîne rûniştinan.
Serokatiya daîreyê ew ê bikaribe çareseriyên dostane û deklarasyonên yekalî pêk bîne, çaxê li dijî Tirkiyeyê biryarek bê dayîn jî ew ê karûbarên li ser îxlalkirinê rêva bibe. Biryarên ku bi destê Wezareta karên Derva bên teqîbkirin jî ew ê veşartî bin.
Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan ew ê biryaran bigihîne sazî û meqamên eleqedar, pêvajoya jiholêrakirina îxlalan teqîb bike û tevdîran bigre.
Dadgeha Qanûna Bingehîn heke serîlêdanan ji Wezaretê ra bişîne, dema hewce bike Serokatiyê nêrîna Wezaretê ji dadgehê ra bişîne. Çaxê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tezmînatê bide Serokatiyê li gor Xala 41ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tezmînat û mesrefan bide.