ANKARA
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ya ku di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin Teşkîlata Îstixbara Neteweyî (MÎT) rasterast bi Serokomar va hat girêdan, êdî Serokomarê ji Lijneya Kordinasyona Îstixbarata Neteweyî ra serokatiyê bike.
Ji bo ku der barê Misteşarê MÎTê da lêpirsînê bidin destpêkirin dibê ji Serokomar destûrê bixwazin. Ji bo biryara destûrdayîn an destûrnedayînê dikarin di nav 10 rojan da îtirazî Daîreya Yekê ya Dadgeha Şêwrê bikin. Herî zêde dibê di nav 3 mehan da biryara ji bo îtirazê bê dayîn û biryara ku bê dayîn jî ew ê biryara teqez be. Heke destûr bê dayîn jî lêpirsînê bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bê meşandin.
Wek mayîn xizmetên îstixbarata der barê wezîfedarên Wezareta Parastina Neteweyî û TSKê da jî ew ê bi destê MÎTê bên dayîn. MÎTê di çarçoveya lêpirsîna ewlekariyê da bikaribe der heqê personelên Wezaretê û TSKê da di nav saziyê da û li dervayî saziyan lêkolînan bike.
Bi biryarnameya bi jimara 694an ya ku di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin ji bona Lijneya Dozger û Dadgeran 100 qadroyên sermifetiş û mifetişan hatin vekirin.
Bi biryarnameya di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji bona Lijneya Dozger û Dadgeran 30 qadroyên sermifetişiyê û 70 qadroyên mifetişiyê hatin vekirin.
Di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) ya bi hejmara 694an da ji dadger û dozgerên teze kadro hatin vekirin.
Li gor BHQya ku di rojnameya fermî da hat weşandin, ji bo teşkîlatên bajar û navçeyan ên Wezareta Dadê 4 hezar kadroyên dadger û dozgeriyê û 2 hezar kadroyên dadgerên namzed hatin tesîskirin.
Wek mayîn ji bo Wezaretê kadroyeke Seroktiya Daîreya Mafên Mirovan û 4 kadroyên seroktiya daîreyan hatin vekirin.
Bi biryarnameya bi jimara 694an ya di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin ji bona teşkilatên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê 32 hezar û 12 qadro hatin vekirin.
Bi biryarnameya di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji bona teşkîlatên navendê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê yek jê serokê hereketa taybet, 3 jê alîkarê serokê hereketa taybet, hezar jê muawinên komseran û 2 hezar jê polês bi tevahî 3 hezar û 4 qadro hatin vekirin.
Li gor biryarnameyê ji bo teşkîlatên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê yên li bajar û navçeyên din jî 8 jê midûrê hereketa taybet, hezar û 500 jê muawinên komsêran, 20 hezar jê polês û 7 hezar û 500 jê notirvanên sûk û taxan bi tevahî 29 hezar û 8 qadro hatin vekirin.
Bi biryarnameyê ji bona teşkilatên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê 32 hezar û 12 qadro hatin vekirin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) ya ku hejmara wê 694 e û di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin va ji bo Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Tenduristiyê kadroyên nû hatin vekirin.
Li gor BHQya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji Wezareta Karên Navxweyî re 2 qaymeqam, 2 midûrên katibiyê, 2 midûrên nifusê, 6 şef, 4 kesên bernameyan çêdikin, 206 şefên kontrolê û daneyan amade dikin, 2 şofêr, 4 xizmetkar, 2 kesên ji kalorîferan berpirsyar in, 2 kesên belgeyan belav dikin bi tevahî 236 kadro hatin vekirin.
Di Wezareta Perwerdeya Neteweyî de 2 midûrên perwerdeya neteweyî yên navçeyan, 2 midûrên şaxan, 4 şef, 24 karmend, 2 şofêr, 4 xizmetkar bi giştî 38 kadro hatin vekirin.
Ji bo Wezareta Tenduristiyê di nav de doxtor, hemşîre, xebatkarên tenduristiyê û şofêr 62 kadro hatin vekirin.
Di Serokatiya Kar û Barên Diyanetê de 2 miftiyên navçeyan, 22 karmend, 2 şofêr û 2 xizmetkar bi giştî 28 kadro hatin vekirin.
Ji bo Midûriyeta Giştî ya Tapu û Kadastroyê 28 kadro hatin tayinkirin.
Ji bo Midûriyeta Giştî ya Tenduristiyê ya Hidûd û Peravan jî 72 doxtor, 30 teknîkerên tenduristiyê, 30 hemşîre, 30 karmendê tenduristiyê û 15 ebe bi tevahî 177 kadro hatin vekirin.
Di Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê de jî ji bo 2 midûrên ewlekariyê yên navçeyan kadro hatin vekirin.
Biryarnameya bi jimara 694an ya di çarçoveya rewşa derasayî da hat derxistin di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi biryarnameyê di hildana polêsan da guherîn hat kirin.
Li gor biryarnameyê bi biryar û eşkerekirina Wezareta Karên Navxweyî kesên ji pêşlîsansê mezûn bûne wê di Navendên Perwerdeya Meslekî ya Polêsan da bên bicîkirin û ev hejmar wê ji sedî 20î zêdetir nebe.
Bi biryarnameya teze dema rewşa derasayî, seferberî û şer da yan jî li ciyên afat çêbûne memûr heta nehatibin tayînkirin yan jî kes nehatibe ciyê wan nikarin ciyê xwe biguherînin û biterikînin.
Di biryarnameya teze da ji bo sûcên hişbirê jî guherîn hat kirin.
Li gor qanûna berê kesên hişbir diajotin ji 4 salan heta 12 salan cezayê hepsê dixwarin, lê bi guherîna teze kesên wiha wê ji 500 rojan heya 10 hezar rojan cezayê pereyê edlî jî bixwin.
Li gor biryarnameyê heger sûc bikeve ber çete û rêxistinê ceza wê duqatî bibe.
Li gor guherîna teze wê dest bidin ser wesaîtên di ticareta hişbirê da hatine emilandin.