Helîkoptera leşkerî ya ku ji Fermandariya Tûgaya Şenobayê rabû, kurtedemek bi şûnda tûşî xeta ceyrana zêde bibû û qeza kiribû. Herwiha ji 13 leşkerên ku di qezayê da şehîd bûn, jê cinazeyê 7 kesan şandin memletê wan
Önder Beyter
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
Şırnak
ŞIRNAK
Helîkoptera leşkerî ya ku ji Fermandariya Tûgaya Şenobayê rabû, kurtedemek bi şûnda tûşî xeta ceyrana zêde bibû û qeza kiribû. Herwiha ji 13 leşkerên ku di qezayê da şehîd bûn, bona 7 kesan li fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23yemîn merasim hat lidarxistin.
Piştî qezaya helîkoptera leşkerî cinazeyê 13 leşkerên şehîd jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji van, cinazeyê Fermandarê Tumena Sînor a 23yemîn Tumgeneral Aydogan Aydin, yê Albay Oguzhan Kuçukdemir, yê Yuzbaşi Ilker Acar, yê Pîlot Ustegmen Abdulmuttalip Kesikbaş, yê Serçawiş Fevzi Kiral û yê Çawişê Pispor Hakan Incekar bona otopsiyê şandin Dezgeha Tiba Edlî ya Enqereyê.
Bona Albay Gokhan Peker, Cendirmeya Yuzbaşi Songul Yakut, Bînbaşi Koray Onay, Yuzbaşi Peyade Nuri Şener, Pîlot Yuzbaşi Serhat Signak, Astsûbay Serçawiş Mehmet Erdogan, Çawişê Pispor Zeki Koç yên ku li nexweşxaneya Şirnexê otopsiya wan temam bû, li Fermandariya Tumena Sînor a 23yemîn merasîm hat lidarxistin.
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işik, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Sererkan Orgeneral Hulusi Akar, Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Salih Zeki Çolak, Fermandarê Hêzên Deryayê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abidin Unal, Waliyê Şirnexê Ali Ihsan Su, Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, Fermandarê Cendirmeyên Parêzgehê Albay Hunkar Keleş, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Omer Ulusoy û xizmên şehîdan din beşdarî merasîmê bûn.
Di merasimê da Miftiyê Şirnexê Ramazan Tolan bona şehîdan dia kir.
Di vê kêliyê da kurîn ket xizm û hevalên mesaiyê yên şehîdan û giriyan.
Herwiha piştî merasîmê cinazeyê Albay Peker û yê Yuzbaşi Şener şandin Stenbolê, yê Yuzbaşi Yakut şandin Malatyayê, yê Bînbaşi Onayşandin Çanakkaleyê, yê Pîlot Yuzbaşi Signak şandin Edeneyê, yê Astsûbay Erdogan şandin Qeyseriyê, yê Çawişê Pispor Koç şandin Osmaniyeyê.