10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
MÛŞ
Li Mûşê Şaredara Vartoyê Sabîte Ekînciya ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû binçavkirin hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Vartoyê ve der heqê PKKya rêxistina terorê tê kirin de Ekîncî bi destê ekîbên Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê vehat binçavkirin û Ekînciyê piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî dadgehê kirin.
Piştî jêpirsîna dozgeriyê Ekînciyê derxistin dadgehê û Ekîncî ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" û "zirardayîna şaredariya Vartoyê" û "di îhaleyan de nelirêtî" hat girtin.
Sabîte Ekînciya Şaredara Vartoyê di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê dozgeriyê ve tê kirin de di 4ê sermawezê de hatibû girtin. Di lêgerîna ku li îkameta Ekînciyê, Navenda Çandê ya Şaredariyê û li avahiya navçeya Vartoyê ya DBPyê hatibû kirin de gelek nivîs û belgeyên dîtbarî yên rêxistinê derketibûn holê.