10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya Serokomariyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi boneya 78emîn salvegera mirina Gazî Mustafa Kemal peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir ku ew, avakarê komarê Gazî Mustafa Kemal di 78emîn salvegera koçkirina wî ya bal ebediyetê da bi bîr tîne.
Serokomar Erdogan bal kişand ku Mustafa Kemal leşkerekî qehreman e ku di 1919an da derket Samsunê, Şerê Rizariyê da destpêkirin, di 1923yan da li Enqereyê Komar ava kir û herwiha navê xwe neqşê dîrokê kir û wiha domand:
"Gazî Mustafa Kemal nirxekî hevpar ê vê dewletê û miletê me ye. Divê em jî bi rih û hizra Şerê Rizgariyê va xwedan komar û şaristaniya xwe ya hezar salan derkevin. Miletê me yê qehreman jî li hemberî îxaneta 15ê Tîrmehê li ber xwe da û berevaniya komarê kir."
Serokwezîr Yildirim
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî di peyama xwe ya 10ê Mijdarê da wiha got, "Komara Tirkiyê ku wî jê ra digot, 'berhema min a herî mezin', vêga komareke wisa ye ku li dinyayê gotina wê tê guhdarîkirin û di çareserkirina kêşeyan da xwedan roleke aktîf û xwedan îtibareke biilind e. Hikûmeta me jî ji ber hindê gelekî dixebite ku komar û demokrasiya me xurt bike."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Komara Tirkiyeyê ya mîrata herî mezin a ku Atatirk ji bo me hişt, wê bi yekîtî, hevratî, biryardariya welatiyên ku li azadiyên xwe xwedîderdikevin va wê heta bi hetayê dewam bike."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî di nirxandina xwe da diyar kir ku Gazî Mistefa Kemal Atatirk lîderiya welatê çar aliyê wî ji hêla neyaran va hatibû dorpêçkirin kir, gelê xwe şiyar kir û Komara Tirkiyeyê bi saya wî bû welatekî ku bi heyranî lê dihat temaşekirin.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar jî got: "Em mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), bi wê hezkirina welat û miletê ya di dilê xwe da, ji bo temînata ewlehî û aştiyê tevlî hêza xwe ya rêzdar û çalak a xwedî dîsîplînê, li ser karê xwe ne û di xizmeta gelê xwe yê esîl da ne û ser rêça Atatirk in."