Haydar Şahin
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di peyama ji bo salvegera 80yî ya mirina Gazî Mustafa Kemal weşan da got, "Di salvegera mirina avakarê komara me Gazî Mustafa Kemal da wî rêzdarî bibîr tînim.
Erdogan bal kişan da Gazî Mustafa Kemalê ji Cenga Rizgariyê ra pêşengî kiriye, bi fedekariya bêhempa ya gel va têkoşîn gihandiye serfiraziyê di dîroka dinyayê da wekî rêveberiya eskerî ya bilind, helwesta biryardar, fermandariya serkeftî û serok cî girtiye. Erdogan di peyama xwe da wiha got:
"Gazî Mustafa Kemalê bi gelê xwe bawer kir û derkete vê rêyê, gel li dora îdeala hevpar kom kir û Têkoşîna Îstiqlalê bi avakirina Komarê xemiland. Dibê ji zarok û ciwanên xwe ra baş qala wesfên Gazî yên têkoşer bikin, ji bo Komara ku dibêje "berhema min a herî mezin" li ser piyan bigrin û pêşda bibin çi dikeve ser milên me, divê bikin.
Tirkiyeyê ya ku salvegera avakirina Komarê ya 95an pîroz kir hêza xwe zêde dike û mezinbûna xwe didomîne, dibê qet ji bîr nekin ku kal û bavên me her tim bi yekitî û hevrabûnê pêşda çûn, nirxên neteweyî û menewî ji bîr nekirin, ji rêya xwe venegeriyan, li îstiqlal û îstiqbala xwe xwedî derketin."
Serokomar Erdogan got ji bo bigihêjin hedefên 2023yan, li îradeya neteweyî xwedî derkevin û demokrasiyê qeyîn bikin ew ê newestin û xebatan bidomînin û ji demên din zêdetir bi hêvî li pêşerojê mêze bikin.
Erdogan hevalên sîlahê yên Gazî Mustafa Kemal, qehremanên ji bo welêt şehîd ketin an bûn xazî jî bi bîr anî.