İbrahim Atmaca
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
MUŞ
Bêrîvanên gundên navçeya Korkutê ji bo debara xwe him rojê du danan diçin pez didoşin, him jî karên malê dikin.
Jinên ku li bajaroka Altinova û gundê Konakduzuyê dijîn û debara xwe bi heywandariyê dikin, rojê 2 danan traktor û minîbusê kirê dikin û piştî rêwîtiyeke 8 kîlomêtroyan pez didoşin.
Jinên gundî serê sibê radibin û berê xwe didin zozanan û bi şîrê didoşin va jî penêr çêdikin û difroşin da ku him pê debara malbata xwe bikin. Bêrîvan him pez didoşin him karê malê dikin û him jî zarokên xwe xwedî dikin.
Ji Bêrîvanan Ayten Mergenê daxuyanî da û got ku debara wan ji heywandariyê tê û ew di şert û mercên dijwar da rojê du caran dertên zozanê û pez didoşin.

Mergenê diyar kir ku ew digel dotina pez karên malê dike û zarokên xwe xwedî dike û wiha dewam kir:
"Me wek xwediyên heywanan mehê 2 hezar da û traktor û minîbus kirê kir. Em bi van wesayîtan va rojê du danan diçin pez didoşin. Dahata me ji heywandariyê tê. Wekî din dahateke me tuneye. Ji ber wê şert û mercên dijwar da jî em mecbûr in ku heywandariyê bikin. Pezê me nêzî 8 kîlomêtreyan dûrî gund e. Ji ber ku hewa germ û pez jî dûr e, me wesayît kirê kir. Hin jinên ku derfetên wan tunene jî bi meşê diçin pez didoşin."
Heremîsîn Mergena 45 salî û dayîka 12 zarokan jî got ku ew 28 sal berê wek bûk hatiye bajaroka Altinovayê û ew ji wê rojê pê va pez didoşe û vê gavê jî rojê du danan pez didoşe.
Mergenê diyar kir, ew şîrê xwe dikin penêr û difroşin û wiha dewam kir: "Digel dotina pez em serê sibê zûtir radibin û şixulê malê dikin. Ji bo dotina 120 pezî em danê sibê û danê êvarê dertên zozanê."
Berîvan Mergena xwendekara pola 8em jî ji bo dotina pez diçe zozanê û wiha got, "Ez rojê du danan bi diya xwe ra diçim pez didoşim. Ez li vê derê him dotina pez hîn dibim him jî alîkariyê didim diya xwe. Betlaneya me ya havînê jî wiha derbas dibe."