2017 ж. 19 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 21 қыркүйек
ANKARA
Daneyên roniyê cara ewil di çîpeke kompîturê da wek pêlên deng hatin tomarkirin.
Li gor hûrgiliyên lêkolînekê yên di kovara bi navê "Nature Communications"ê da hatin weşandin daneyên roniyê cara ewil di çîpeke kompîturê da wek pêlên deng hatin tomarkirin û ev jî wê feydeyê bide çêkirina kompîturên leztir.
Li gor agahiyan zanyarên ji Zanîngeha Sydneyê daneyan di çîpeke kompîturê da wek pêlên deng tomar kirin û çîp ji cameke baqir jî di nav da heye hatiye çêkirin.
Li gor agahiyan şirketên teknolojiyê yên wekî IBM û Intelê bi salan e li ser vê dixebitin û heta niha bi ser neketine.