Haydar Şahin
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
ANKARA
Piştî qezaya firokeyê ya ku di 11ê sibatê li Çekmekoya Stenbolê çêbû Fermandarê Lîwaya Hewadariya Beja ya 4an di yekeyeke din da hat wezîfedarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, ji bo ku lêpirsîna li ser qezaya firokeyê bi silametî were domandin Fermandarê Lîwaya Hewadariya Beja ya 4an di yekeyeke din da hat wezîfedarkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Der barê qezaya firokeyê ya li Stenbolê çêbû da lêpirsîna edlî û îdarî ya bi lez a piştî bûyerê dan destpêkirin hê nehatiye temamkirin bêyî hincet hin îdiayên bêbingeh di nav gel da hatin belavkirin, ev tiştekî nebaş e. Wekî ku berê jî hat gotin dema lêkolîn hatin temamkirin em ê encamê bi gel ra parve bikin."