09 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Pêşangeha "Ji Objektîfa Anadolu Agencyê Pêşangeha Wêneyan Hewla Derbeyê ya FETOyê" ku bi hevkariya Anadolu Agenc (AA) û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li îstasyonên metroyê yên Taksîm û Yenîkapiyê û rawestgeha metrobusê ya Zîncîrlîkuyuyê ku wê heta 21 tebaxê vekirî be rastî eleqeyeke mezin tê.
Wêneyên ku ji hêla nûçegihanên AAyê şeva hewla derbeya 15 tîrmehê ya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) hatin kuşandin li îstasyonên metroyê yên Taksîm û Yenîkapiyê û rawestgeha metrobusê ya Zîncîrlîkuyuyê ji bo welatiyan wek pêşangeh hat vekirin.
Ji welatiyan Celal Baturay, Suren Elmas, Furkan Kurt, Ufuk Teksaytaş, Zehra Kose û Burhan Altayê ku li pêşangeh ziyaret kirin û li wêneyan mêze kirin gotin ku divê li welêt ev tişt qet neqewimiyana.
Welatiyan diyar kir ku yên zanin ji xwe dizanin lê yên nizanin jî ji nêz va dîtin ku derbe ji bo demokrasî û pêşketina welêt halekî pir xerab e û ev yek ji nêz va dîtin.
"Ji Objektîfa Anadolu Agencyê Pêşangeha Wêneyan Hewla Derbeyê ya FETOyê" wê heta 21 tebaxê vekirî be.