Sevim Hatun
09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ANKARA
Navê Qada Kizilayê ji aliyê Meclisa Şaredariya Mezin a Enqereyê va wek "Qada 15 Tîrmehê ya Kizilayê ya Îradeya Milî" hat guhertin. Navê Xaçerêya Sererkaniyê bû "Qada 15ê Tîrmehê ya Şehîdan", navê Binefserê Şehîd Omer Halisdemir jî dan kolana Îrfan Baştug.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Mezin a Enqereyê belav kir, Meclisa Şaredariya Mezin piştî hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê bi serokatiya Melîh Gokçek cara ewil civiya û der heqê şehîdên demokrasiyê da hin biryar hildan.
Kolana ku navê Tuggeneral Îrfan Baştug dabûnê ku tevlî hewla derbeyê ya 27ê gulana 1960î bûbû guhertin. Kolan kirin xaçerê û navê Binefserê Şehîd Omer Halisdemir jî dan vir.
Navê Qada Kizilayê ji aliyê Meclisa Şaredariya Mezin a Enqereyê va wek "Qada 15 Tîrmehê ya Kizilayê ya Îradeya Milî" hat guhertin.
Li Keçîorenê jî navê Kolana Gulen bi hinceta ku navê Fetullah Gulenê Serkirdeyê FETOyê bi bîra mirovan dixe, guhertin kirin "Kolana Guldali."