16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di çarçoveya ewlehiya dengdayînê û sandiqan da wezîfedarên hilbijartinê û torbeyên pisulayên rayê ji navendên navçeyê girtin û bi firokeyê birin hin cihên hilbijartinê. Firokeyên TSKyê wezîfedarên hilbijartinê û torbeyên pisulayan birin Lice, Hênê û Dîcleya navçeyên Diyarbekirê.
Di çarçoveya dengdayîna gel de bi firokeya leşkerî wezîfedarên hilbijartinê û 89 sandiq birin taxên Uçdamlar, Tepe, Kayacika navçeya Liceyê, Taxa Topçûlara navçeya Hênê û taxa Yokûşlûya navçeya Dîcleyê.
Hat ragihandin ku piştî dengdayîna gel, dê wezîfedarên hilbijartinê û sandiqan dîsa bi firokeya leşkerî bînin navenda navçeyê.