06 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
ANKARA
Li Silopiya navçeya Şirnexê 5 terorîstên ku ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn, teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li gor agahdarkirina Hêzên Çekdar ên Tirk, li Milazgira navçeya Mûşê li dijî kesên ku alîkarî û piştgiriyê didin rêxistina terorê ya cudakar operasyon hat kirin û 12 kes hatin girtin.
Di operasyonê da tivingeke keleşnîkofê, tivingeke G-1ê, 2 tivingên nêçîrê, 2 demançe, 771 fîşengên ku çapên wan cuda ne û 200 nebatên koka kenewîrê hatin bidestxistin.
Li Kozluka navçeya Batmanê hêzên ewlehiyê di kontrola rê da di çenteyekî piştê da 62 kelenîkof, dûrbîna şevê, mekanîzmayeke elektronîk a teqemeniya destan, têksizeke destan û alavên cur be cur li nav erazî hat dîtin.
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê teqemeniyeke destçêkirî, li Hîzana navçeya Bitlîsê jî 2 teqemeniyên destçêkirî hatin tesbîtkirin û îmhakirin.
Li Ceylanpinara navçeya Şanliûrfayê mensûbekî PKK/PYDya rêxistina terorê ku wê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibûya û li Yaylidereya navçeya Bîngolê di operasyonê da terorîstek hat girtin.
Li Silopiya navçeya Şirnexê 5 terorîstên ku ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn, teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.