11 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê tê kirin, di roja 172yemîn da dewam dike. Di operasyonê da 245 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombekirin û di encama operasyonên esmanî û pevçûnan da 43 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û DEAŞ di serî da berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 172yemîn roja operasyonê de bi piştgiriya Komên Hêzên Wezîfeya Taybet a ku ji muxalifan pêk tê ji hewayê bomberan hat kirin.
Hêzên Fermandariya Bejayê êrîşê 174 hedefên DEAŞê yên ku ji sitargeh, mewziyên parastinê û cebilxaneyan pêk tê, kirin
Hêzên Fermandariya Hewayê jî êrîşê 66 hedefên DEAŞê kirin. Di êrîşê de 55 avahî, 2 baregeh û cebilxaneyek hat îmhekirin. 43 endamên DEAŞê jî di van êrîşan de hatin kuştin.