20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê operasyona "Çawîşê Pispor ê Jendirme ê Şehîd Ramazan Gulle" ya ku piştî qedexeya derketina derve ya ku di 13ê adarê de dan destpêkirin, hat temamkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitandin operasyona ku piştî qedexeya derketina derve ya ku li navçeyê di 13ê adarê de hat îlankirin li taxên Cumhuriyet, Orman, Mezarlik, Eskî Kişla, Yenî, Yeşîldere, Esentepe, Gungor û Dîzeyê ji bo ku çalên ku terorîstan kolane bên tijîkirin, bergiriyên hatine danîn bên rakirin û teqemeniyên bidestçêkirî bên îmhekirin dabûn destpêkirin, hat temamkirin.
- Qedexeya derketina derve dê berdewam bike
Hêzên ewlehiyê piştî temambûna operasyonê ji bo ku teqemeniyên ku terorîstan veşartibûn îmhe bikin, bergiriyan rakin û çalan tijî bikin xebatên lêkolîn û lêgerînê yên berfireh berdewam dikin.
Seranserê xebatên navborî li navçeyê dê qedexeya derketina derve berdewam bike.
Di operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û hêmanên ewlehiyê piştî qedexeya derketina derve ya ku di 13ê adarê de dan destpêkirin û bi biryardarî berdewam kirin de nêzî 200î terorîst hatin kuştin.
Di operasyona ku ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gel dan destpêkirin de hêzên ewlehiyê 286 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin. Li navçeyê piraniya wan veşartî 214 bergirî hatin rakirin û 135 çal hatin tijîkirin.