Haydar Şahin
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
MARDÎN
Ji 18 şikbarên ku di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku navenda wê Mêrdîn bû û li 4 bajaran hat kirin da hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê rêva dibe da li Enqere, Erzirom û Gazîentabê operasyona ku navenda wê Mêrdîn bû hat kirin û di operasyonê da 18 şikbarên ku di nav wan da kesên bi biryarnameya Hikmê Qanûnê va ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin jî hebûn hatin binçavkiri. Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hat temamkirin.
2 şikbar piştî karûbarên li ewlekariyê serbest hatin berdan, 26 şikbar jî sewqî dadgehê kirin.
Piştî jêpirsîna li dozgeriyê şikbar sewqî dadgehê kirin û ji şikbaran Yusuf K, Veysel U, Nasrettîn B, Cemanur K, Alî U, Aycan O, Mehmet Saît A, Bîlal U, Levent D. û Mehmet T. hatin girtin, 6 şikbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.