03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
ANKARA
Boksorê navdar ê DYAyî Mihemed Eliyê ku bîhnefişkî bûbû ji ber wê aciziyê careke din rakirin nexweşxaneyê.
Bob Gunnellê berdevkê boksorê navdar daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku piştî aciziyê ji bo tewdîrê Elî rakirin nexweşxaneyê.
Daxuyaniyê de hat gotin ku boksorê 74 salî ji hêla doxtorên ku di ekîba wî de ne va tê tedawîkirin û rewşa wî wek xwe ye û tê hêvîkirin ku di demeke kurt da bişînin malê.