Sevim Hatun
04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, hê ku Civîna Lijneya Wezîran a ku li Kulliyeya Serokomariyê bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin dewam dikir, daxuyanî da.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş got ku di Lijneya Wezîran da biryar hat hildan ku, maweya rewşa derasayî ji 19 kewçêrê pê va 90 roj were dirêjkirin.
-"Em dixwazin Gulen li cihê xwe were girtin"
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş got ku ji bo îadekirina Gulen hevdîtinên wan ên bi DYAyê ra dewam dikin û wiha xeberda:
"(Îadekirina Gulen) Wek welatek di qada stratejiyê da jî hevpariyek me bi DYAyê ra heye, bi taybetî me peymana îadekirina sucdaran jî îmze kiriye, heta ku daraza Amerîkayê biryara radestkirinê bide; divê kesê navê wî derbas dibe li cihê ku dimîne were girtin. Teleba me ev e. Dosyaya ku di 10ê îlonê da hatibû şandin, ji bo girtina wî bû. Ev mafê me, di 10emîn madeya peymana îadekirina sûcdaran a ku me bi DYAyê ra çêkiribû da heye. Hêviya me ew e ku di demeke kurt da bersiva vê ser lê dana me bê dayin, di vê mijarê da gav bên avêtin."
-"Tu carî qebûl nake Mûsil û Reqqa ji rêxistineke din a terorê bimîne"
Kurtulmuş wiha dewam kir: "Tirkiye derbarê operasyona Mûsil û Reqqayê da difikire, lê tu carî qebûl nake ku ev der ji destê DAEŞa rêxistina terorê bêne xilaskirin û dû ra radestî rêxistineke din a terorê bêne kirin.
Yek ji şertên sereke ya Tirkiyeyê (ji bo tevlî operasyonan nebe) ev e ku hêzên PYD/YPGê tevlî evan operasyonan nebin. Ev daxwaz jî gihandine muxataban. Xisûsek din ya derbarê têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê ya li Iraq û Sûriyeyê dewam dike da ye ku em her tim bibîra hêzên li wir ên hevkarê me da ye jî ev e; divê Munbîç were paqijkirin, ji rêxistina terorê were paqijkirin. Belê divê çarçoveya da ji hêzên PYD/YPGê qismekî ji vir vekişîn, lê em baş pê zanin ku hê jî hêzên PYD/YPGê li wê derê hene. Bi taybetî em bangî DYAyê dikin ku sozê xwe yê di vê mijarê da dabûn bînin cih, hêzên PYD/YPGê vekişin rojhilatê Firatê. Em cardin vê teleba xwe tînin ziman."
-"Efsane derketin holê"
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş li ser pirsa "Tê îdiakirin nûnerê taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn, di 14ê tîrmehê da derbarê hewla derbeyê da, hişyarî da rayedarên Turk" wiha axivî:
"Piştî hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê gelek efsane derketin holê. Ev tişta ku hûn qala wê dikin jî herahal yek ji wan efsaneyan e."