08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
HATAY
Malbata Kurd a ji 5 kesan pêk tê ya ku ji ber zilma terorîstên YPG/PKKyî ji Efrîna herêma Sûriyeyê revî, xwe siparte Tirkiyeyê.
Îsmaîl Huseyn (90) Gulîzar Elî (87) û Mihemed Îsmaîl (54) Rihîme (57) û Emîne Îsmaîla (51) zarên wan ji zilma YPG/PKKa rêxistina terorî revîn û bi rêwîtiyeke dijwar gihîştin Hatayê.
Malbata ku bi destê Komeleya Alîkariyê ya Hatayê tê mêvankirin dixwaze piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li dijî YPG/PKK-DEAŞa rêxistina terorî dîmeşîne dîsa vegere mala xwe.
Gulîzar Eliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku terorîstan êrişî mala wan kirin, aliyekê avahiya wan hilweşiya ji ber vê ji serî û sermilê xwe birîndar bû.
Eliyê got ku tirseke mezin kete dilê wan û wiha axivî: "Ez dîn bûm, her alî bûbû toz û duman. Ji min wetrê tevahiyê malbata min hat kuştin. Hişê min hat serê min û ez derketin derva. Li gund tu kes tunebû, herkes revîbû. Ez nizanim bi kîjan aliyî va çûn. Terorîst hatin mala me, ji me xwestin ku ji malê derkevin. Em derketin derva. Ji me ra gotin 'Ji vê derê herin, heke neçin em ê we jêkin'. Me her tiştên xwe hiştin û em revîn. Hatin qereqola Tirkiyeyê ya li ber sînor û dilê leşkeran bi me şewitî. Sol û kinc dan me."
Eliyê diyar kir ku Kurd in û wija pê da çû: "Lenet li PKKê be. Bi îzna Xwedê PKK dê were paqijkirin, ew ê herin cihnemeyê, di binê erdê da herin. Heke cî û warên me ji PKKê werin paqijkirin em ê dîsa vegerin mala xwe. Qîza min a nexweş jî dixwaze vegere malê, her tim vê ji me ra dibêje."
Mihemed Îsmaîl jî got ku dema terorîstan avêtin ser gund li çiyê pez diçêrand.
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku êrişî gundê wan kirin, gule berdan û wiha axivî: "Ez hetanî saet 02.00yê şevê li çiyê mam. Min dixwest ku vegerim gund lêbelê gelek terorîstên çekdar hebûn. li pey min 30 gule agir kirin. Ez jî revîm. Min xwe di ciyekî da veşart. Min wetrê malbata min hat kuştin. Paşê çûm gundekî nêzîk. Dengê guleyan hat birîn bin biryar da ku vegerim malê. dema çûm malê min dît ku jina min 2 qîzên min û kurê min li malê tunin. Hetanî ber destê sibê ranezam."