Abdullah Tel
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
ERZURUM
"Projeya 300 Pezî" ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ji bo şêniyên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku navenda heywandariyê ye dijîn bû hêvî.
Li herêmê bi hezaran malbatên ku heywandariyê dikirin ji ber sedemên curbecur erd û zeviyê xwe hiştibûn û koçî bajarên mezin kiribûn. Li ser projeya Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya 30 pezî tê payîn ku ew kesên berê heywandariyê dikirin careke din vegerin ser bajarên xwe û vî karê hanê bidomînin.
Di pêş serlêdanên projeyê da gelek kesên dixwestin heywandariyê bikin serî lêdan û hêvî ewe bi saya vê projeyê li herêmê rê li ber koçberiya ji pirsgirêkên sereke yek e bê birîn.
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Erziromê Osman Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê ji bo heywandariyê di nav deverên balê dikşînin da Erzirom di rêza ewil da ye.
Akar ragihand ku bi saya "Projeya 300 Pezî" ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê da destpêkirin wê deşt û zozanên herêmê bi qedr û qiymet bibin û wiha pê da çû: "Di serê ewil da Projeya 300 Pezî xelet hat fehmkirin. Bi vê yekê armanca esil ewe ku êdî ji deverên çêre lê hene bên nirxandin û beredayî neçin û kesên berê bi heywandariyê ra eleqedar bûbin jî bila dîsa bikaribin vegerin ser karê xwe yê berê û keda wan beredayî neçe."
Midûr Akar destnîşan kir ku wê li heywandarên niha û yên berê vî karî kirine jî gelek pez bê belavkirin û sîgorte û firotin di serî da wê di gelek qadan da jî piştgirî bê dayîn û wiha dewam kir: "Ev yek ji bo ku cotkar û heywandarên me koçî bajarên din nekin wê gelek bi kêr bê."