02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
BITLÎS
Hibeya ku 840 hezar lireyî digre dan 28 ciwanên ji Tetwanê yên ku serî li "Projeya Cotkarên Ciwan" a Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê xistibûn.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Tetwanê Alî Kurban di daxuyaniya xwe got ku di encama nirxandina serîlêdana ku li ser malpera wezaretê hat kirin da 28 ciwanên ku ji gundên navçeyê serî lê xistibûn hîbe qezenc kirin û hîbeya wan hat teslîmkirin.
Kurban got ku ji 20 kesî ra 120 dewar, ji kesekî ra 40 pez, ji 6 kesan ra baxçeyên mêweyan û ji kesekî ra jî piştgiriya mozên hingiv hat dayîn.
Kurban diyar kir ku pez û dewarê ku ji ciwanan ra derketibûn hatin teslîmkirin û wiha axivî:
"Di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da ji 6 kesan ra baxçeyên mêweyan ên serdirtî hatin çêkirin. 40 pêtekên mozan û amûrên ku hewce dikin dan kesekî, 38 mî û 2 beranên qeremanê dan ciwanekî, 20 cotkaran ra ji her yekê wan ra 6 çêlek bi tevahî 120 çêlek hatin dayîn. Her cotkarekî qasî 30 hezarî hîbe sitand. Hibeya ku 840 hezar lireyî digre dan 28 ciwanên ji Tetwanê. Endezyar û beytaran agahî dan cotkaran."