08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 31 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKê rêva dibe da ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê îro destê sibê ji bo derdestkirina 35 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirin heye operasyon kirin.

Di operasyonê da 31 kes hatin binçavkirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da 4 tivingên bêrûsqet, gelek dokumanên rêxistinê, weşanên qedexekirî, 2 hezar û 500 pakêt cixareya qaçax girtin.
Li mala şikbarekî karta ziyareta midûriyeta ewlekariyê, saeta ku tê da wêneya Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdaga hevserokên HDPê heye, wêneyên kesên ku di pevçûnan da mirine hatin dîtin.

Di hesabê medyaya civakî ya hin şikbaran da jî wêneyên wan ên ku li ber nîşana rêxistina terorê hatine kişandin, li ber wêneyên terorîstan sîlah di destê wan da ne hatin dîtin. Ji bo derdestkirina 4 kesên fîrarî xebat dewam dikin.

Kesên binçavkirî ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr.