19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
ÎZMIR
Li Çêşmeya navçeya Îzmirê 27 biyaniyên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Herêma Behra Egeyê ya Ewlekariya Peravê di dema xebatên xwe da destê sibê tesbît kirin ku komek li tanga Girava Alevê hewl dide kur bi bota lastîk va derbasî Sakiza girava Yewnanistanê bibe û midaxeleyî komê kirin.
Ekîban di bota lastîk da 23 welatiyên Sûriyeyê û 4 welatiyên Îranê girtin û anîn Bendera Çêşmeyê.
Ekîban 27 kesên ku ji wan 8 kes jî zarok in anîn benderê li wê derê xwarin û xurek dan wan û ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin jî betanî li wan belav kirin, piştî karûbarên fermî teslîmî ekîbên Midûriyeta Îdareya Koçê ya Îzmirê kirin.