Sevim Hatun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
YOZGAT
Li Akdagmadeniya Yozgatê otobêsa rêwiya qelibî, di qezayê de 2 jê zarok 3 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat sitandin otobêsa bi plakaya 23 HA 669 ya ku Davut Kandemir diajot li ser rêbeja Yozgat-Sêwazê li nêzî gundê Abdurrahmanliyê qelibî.
Di qezayê de 2 jê zarok 3 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Sorgûn, Akdagmadenî û Yozgatê.