30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
VAN
Li Wanê mensûbên PKKya rêxistina terorê bi teqemeniya destçêkirî va êrîş kir û 2 polês şehît bûn, polêsek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya Îpekyoluyê taxa Hacibekirê terorîstan li ser rê teqemeniya destçêkirî çal kirin û dema ku wesaîta polêsan derbas bû jî teqandin.
Di bûyerê da 2 polêsên di wesaîtê da şehît bûn, polêsek birîndar bû. Polêsê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Piştî teqînê gelek wesaîtên bizirx sewqî cihê bûyerê kirin û li herêmê operasyona bejahî û esmanî dan destpêkirin.