Türkan Tosun
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
TRABZON
Li Maçkaya navçeya Trabzonê minîbuseke rêwiyan ji rê derket û welgeriya çem, 17 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ewil, li Taxa Çatakê minîbuseke rêwiyan ji ber berfê ji rê derket û welgeriya çem.
Di qezayê da li gor agahiyên ewil 17 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Qaymeqamê Maçkayê Selîm Çomakli hat cihê bûyerê û hin lêkolîn kirin.