10 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Îdîla navçeya Şirnexê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorê PKKyê de pevçûn derket. Di pevçûnê de polêsek cangorî bû û 2 polês jî birîndar bûn. Dîsa terorîstan êrîşî wesayîta polêsan a bizirx kirin. Di vê êrîşê de jî polêsek cangorî bû û polêsek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin komek endamên rêxistinê hewl didan ku derbasî sînorê Tirkiyeyê bibin. Hêzên ewlehiyê nehîşt ku kom derbas bibe û ji wan re got "teslîm bibin". Li ser vê terorîstan gule berdan hêzên ewlehiyê û pevçûn derket. Di vê pevçûnê de polêsek cangorî bû û 2 polês jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa leşkerên birîndar baş e.
Êrîşî wesayîta polêsan kirin: polêsek cangorî bû
Ji hêla din li Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî wesayîta polêsan a bizirx kirin. Di êrîşê de polêsek cangorî bû û polêsek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin li Qada Cumhuriyetê ya Taxa Ataturkê terorîstan bi roketavêjan ve êrîşî wesayîta bi zirx a polêsan a ku dewriye digeriya kir. Di bûyerê de 2 polês birîndar bûn û polês rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji van polêsan yek jê cangorî bû.
Ji bo terorîstên ku êrîş kirine bên girtin, operasyon dewam dikin.