25 Sibat 2016•Rojanekirin: 26 Sibat 2016
ŞIRNAK
Çawîşê pispor ê dema ku li navenda bajarê Şirnexê bi cil û bergên sivîl digeriya bi gulebarana terorîstên PKKyî bi xedarî birîndar bibû li nexweşxaneyê şehîd ket.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin çawîşê pispor li Qada Omer Kabak bi cil û bergên sivîl digeriya û nêzî Fermandariya Tumena Sînor a Jendirmeyan a 23yemîn di encama gulebarana terorîstên PKKyî de bi xedarî birîndar bû. Welatiyên li hawirdor der barê rewşê de agahî dan û li ser vê yekê ambûlans sewqî cihê bûyer kirin û çawîşê pispor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Çawîşê pispor digel midaxaleya wir şehîd ket.
Ji bo girtina terorîstên ku reviyan li herêmê operasyon dan destpêkirin.