BÎTLÎS
Walîtiya Bedlîsê diyar kir ku li Tetwanê, 3 operatorên kepçê yên ku li kana kaviran ya gundê Daldayê dixebitîn, ji aliyê endamên PKKê ve hatin revandin.
Li gor agahiya Walîtiyê, endamên rêxistinê pêr êvarê di saet dora 20.30an de hatin kana keviran û 3 operatorên kepçê T.A, N.Ş û E.A bi xwe re birin.
Hat ragihandin ku piştî vê bûyerê, li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir û tehqîqata kargêrî û edlî jî dewam dike.