Sevim Hatun
13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ŞIRNAK
Şirnexê 5 herêm bi qasî 15 rojan wekî "Herêmên Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin.
Li gorî agahiya ku walîtiyê belav kir, ji bo pêşî li terorîstên PKKyî yên hewl didin li herêmê bi cî bibin bigirin, ji bo ewlehiya neteweyî, parastina pergala kamuyê û rêlibergirtina sûcan ev biryar hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî Qanûna Ewlehiya Herêman û Herêmên Eskerî yên Qedexekirî ya bi jimara 2565an û Qanûna Îdareya Bajêr ya bi jimara 5442yan Çiyayê Cûdî, Ballikaya, Cevizli Derebaşi û gundê Kosreliyê di navbera 14-28ê tîrmehê de, ji bo 15 rojan wekî herêmên ewlehiyê yên taybet hatin îlankirin.