16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê esnafên ku piştî rakirina qismî ya qedexeya derketina derva vegeriyan herêmê, li hemberî rêxistina terorê PKKyê bertek nîşan da.
Li herêmê ji bo sergirtina çalan, rakirina berîqatan, îmhekirina teqemeniyên veşartî operasyonê dest pê kirin. Di çarçoveya operasyonê de li herêmê ji 14ê adarê virva qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Pêr di navbera saet 05.00-22.00an de qedexe hat rakirin û welatîyên ku ev demek bû ji herêmê derketibûn vegeriyan malên xwe.
Esnafên ku 8 mehan kepeng girtin û di dikanên wan de zêde xisar tune, dikanên xwe paqij kirin. Esnafan li hemberî rêxistina terorê ku ew mexdûr kirin, bertek nîşan da.
Ji esnafan Zekeriya Tatar ji nûçegihanê AAyê re kurdî axivî got ku ji ber êrîşên terorê li herêmê xisarek mezin çêbû û mexdûr bûn.
Tatar wiha qala bûyerên li herêmê qewimîn kir
"HDP, PKK û qaşo şaxa ciwanan ya vana memleketê me kirin cihenem. Di hemû kuçeyên me de bombe hatin çalkirin. Terorîstan kuçeyên Şirnexê kirin zeviya mayinan. Berî qedexeya derketina derva jî ji ber êrîşên terorê di hetê de 3-4 roj dikanên me girtî bûn." Tatar mexdûriyeta esnafan wiha anî ziman.
Tatar got ku ji ber êrîşên terorê gelek xanî û karxane bûn kavil, ji ber vê yekê di hin xaniyan de 3 malbat dimînin û wiha dewam kir: "Ji ber bûyerên terorê me hetanî îro rihet nekir. Îro em bihêvî ne û me dikanên xwe vekir."
- "Em ji alîkariya dewletê kêfxweş in"
Mehmet Acar diyar kir ku PKKya rêxistina terorê xelk mexdûr kiriye.
Acar destnîşan kir ku yên vedigerin bajêr malê xwe çêdikin û wiha dewam kir: "Rêxistina terorê 40 sal in xelkê mexdûr dike. Hêvî dikim ku cardin mexdûr nebin û dewlet li me xwedî derkeve."
Acar diyar kir ku di hedefa PKKyê da gel heye û got ku wekî her derê em li Şirnexê jî hizûr û aramiyê dixwazin.
Mehmet Acar destnîşan kir ku ji alîkariya dewletê kêfxweş in û wiha got: "Divê li Şirnexê rewşa kesên ku mexdûr bûne were çareserkirin."
- "Em ji ber terorîstan şîvar û şerpeze bûn"
Suleyman Çiftçî jî diyar kir ku terorîstan mal û dikana wî xera kirine û got ku em ji ber terorîstan şîvar û şerpeze bûn.
Çiftçî diyar kir ku hêviya wan ji dewletê heye ku bibe alîkar.