03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ANKARA
Li çil û çiyayên Girê Helenepîrê ya li Çiyayê Cûdiyê 8 terorîstên di şikeftekê da hatin tesbîtkirin hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku di operasyona Fermandariya Cendirmeyên Şirnexê ya duh hat kirin da di şekfteke li Girê Helenepîrê ya li Çiyayê Cûdiyê da 8 terorîst hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da sîlah, cebilcane û amrên jiyanê hatin girtin û 8 terorîst hatin berterefkirin.
- Di 3 rojan da 18 terorîst hatin berterefkirin
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku li Şirnexê di operasyonên piraniya wan di navbera 31ê cotmehê û 2yê mijdarê da hatin kirin da 17ê wan kuştî 18 terorîst hatin berterefkirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Lokman Gençê terorîst ê bi navê "Kemal Bagok" dihat zanîn di 31ê cotmehê da li Guçlukona navçeya Şirnexê mirî hat girtin, eva terorîsta di nav failên şehîdkirina 8 eskeran a li Dargeçita navçeya Mêrdînê ya 4ê mijdarê jî bûye.
Hat ragihandin ku operasyonên li herêmê dewam dikin.