Aykut Karadağ
08 Îlon 2022•Rojanekirin: 08 Îlon 2022
Li Şirnexê di Operasyona Eren Abluka-27ê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di Operasyona Eren Abluka-27ê da li devera çiyayî ya Cevîzduzuya Çiyayê Cûdiyê di 7ê îlonê da bi kordîneya Fermandariya Cendirmeya Bajarê Şirnexê, bi piştgiriya Cendirme-SÎHA, ANKA û Fermandariya Hêzên Esmanî û bi beşdariya harekata taybet a cendirmeyê (JOH), komnadoyên cendirme li gor îstixbaratê operasyon hat kirin. Di operasyonê da 2 terorîst bi çekên wan va hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.