Merve Yıldızalp
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2023
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 5 terorîstên PKKyî hatin tesbîtkirin û berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin, "Artêşa me ya Tirkiyeyê ya qehreman bombebarankirina ser hêlînên terorê didomîne. Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê 5 terorîstên PKKyî hatin tesbîtkirin û bi destê Hêzên me yên Esmanî hatin berterefkirin. Heta ku terorîstek jî bimîne Artêşa me ya Tirkiyeyê wê operasyonan biryardarî bidomîne."