21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2019
ANKARA
Li bakurê Iraqê ser herêmên Zap, Sînat-Haftanîn û Xakurkê operasyona esmanî hat kirin û di operasyonê da herî kêm 6 terorîstên amadehî dikirin ku êrîşî baregehan bikin, hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, duh li bakurê Iraqê ser herêmên Zap, Sînat-Haftanîn û Xakurkê operasyona esmanî hat kirin û di operasyonê da sitargeh, kozik û çekên rêxistina terorê hatin îmhakirin, herî kêm 6 terorîstên amadehî dikirin ku êrîşî baregehan bikin, hatin berterefkirin